Balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyan li rojavayê Idlibê bombebaran kirin

Îro, balafirên şer yên Rûsyayê nuqteyên çeteyan li rojavayê Idlibê bombebaran kirin, di encamê de herî kêm 78 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsyayê bargeheke çeteyên dewleta Tirk li herêmê Çiyayê El-Dewîle ya girêdayî herêma Harim li bakurê rojavayê Idlibê bombebaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku di encama bombebaranê de heya niha 78 çeteyên qaşo bi navê Feyleq El-Şam hatine kuştin.

Li gorî çavdêriyê, zêdetirî 90 çeteyan bi giranî birîndar bûne û gelek çete winda ne.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê êrişên asîmanî li dijî nuqteyên çeteyên Feyleq El-Şam li rojavayê Idlibê pêk anîbûn.

Hêzên hikumeta Şamê jî herêmên li gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin û çeteyan herêmên hikumetê li eniyên şer ên li başûrê Idlibê hedef girt.

Back to top button