Artêşa Lîbî, embarên çekan ên Wîfaqê, bomebaran kirin

Balafirên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, deverine çeteyên dewleta Tirk li herêma Qedahiya, bombebaran kirin û embarên çek û cebilxaneyan kirin armanc. 

Ragihandina Şer a Lîbî, diyar kir ku balafirên artêşê rêze-bombebaran li devera Şîl Um El-Xerab a herêma Qedahiya ya Misratayê pêk anî.

Li gorî Ragihandinê, balafiran li heman herêmê, depoyên çek û cebilxaneyên çeteyan jî bombebaran kirin.

Li ser erdê jî, şerekî dijwar li Terablus, herêma Bû Qirîn û Sidada yên Misratayê rû dide.

Herî dawî jî, Odeya Operasyonên Hevbeş a serbazên Tirk û rêveberiya çeteyên Wîfaqê, ji aliyê Artêşa Lîbî ve hate armanckirin.

Li gorî danayan, çeteyan heya niha bêtirî 12 termên nenas ji bin kavilên Odeya operasyonan kişandine.

Back to top button