KONGREYA STAR LI GELEK BAJARAN RÊZEÇALAKÎ LIDAR DIXISTIN

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan, jinan çalakiyên xwe zêde kirin.

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Kobanê jinan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan name ji CPT re şandin.

Kongreya Star û rêxistinên girêdayî jinan li Reqa, Herêma Cizîrê, Helebê û Şamê civîn û simîner li dar xistin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, rêzeçalakî didomînin.

Bi vê armancê li gundê Elpelûr ê Kobanê kongreya Star simînerek lidar xist.

Di simînerê de hate gotin:

Dema rêbertî dest bi şoreşa rizgarkirina jinê kiriye, ev gav tenê ne ji bo jinên Kurd bû, ji bo jinên cîhanê tevahî bû.

Piştî semînerê jinan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan name ji CPT re şandin.

Li herêma Cizîrê jî bi heman armancê li Dêrik, Til Hemîs û Qamişlo civîn hatin li darxistin.

Bi dehan jin di civînan de amade bûn.

Di civînan de behsa tundiya ku der heqê jinan de tê meşandin hate kirin.

Her wiha şêwazên kolekirina jinan ji aliyê pergalên mêrdestiyê hatin şîrove kirin

Rêveberiya Jin a Reqayê jî li devera Xinêzat a bakurê bajarê Reqayê semînerek lidar xist.

Bi dehan jin, endamên meclîs û malên jin di simînerê de amade bûn.

Di semînerê de behsa serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê û hovîtiya wan li ser jinan hate kirin.

Her wiha hate gotin ku piştî salekê ji rizgarkirina bajêr jinan gavên mezin ber bi azadiya xwe ve avêtin.

Li Helebê jî Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd civînek bi heman armancê li dar xist.

Endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa perspektîvên Rêber Ocalan derbarê rola jinê di rêxistinkirina civakê bi zimanên Erebî û Kurdî xwend.

Her wiha senevizyonek li ser dîroka jin û berxwedana wê hate nîşanda.

Civîn bi berzkirina siloganên silavkirina jina azad bi dawî bû.

Li taxa Zorava ya Şamê jî civînek hat lidarxistin û têde rêbazên rêgirtina li ber tundiyê hatin nîqaşkirin.

Leave a Reply

Back to top button