Erdogan xwe nêzîkî Fransayê dike lê Parîs bi çavê gumanê lê dinêre

Di demekê de ku kirinên rejîma Erdogan, têkiliyên welatê wî bi Amerîka û welatên Ewropî re asteng kirine, serokkomarê dewleta Tirk ji bo çareserkirina vê rewşê ketiye nava hewldanan. Dewleta Tirk her wiha ji bo xêzkirina sînorên deryayî dixwaze dest bi danûstandinan bi Misirê re bike, lê Qahîra mercê beşdariya Qibris û Yûnanistanê di danûstandinan de, daniye pêşiya wê.

Di çarçoveya hewldanên asakirina têkiliyên xwe bi Fransayê re, serokkomarê Tirkiyê Erdogan pêwendiyeke vîdyoyî digel hempîşeyê xwe yê Fransî Macron pêk anî.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Tirkiyê, Erdogan di vê pêwendiyê de destnîşan kir, ku Tirkiye û Fransa weke du hevalbendên xurt di NATO’yê de dikarin gavine girîng ji bo aramî û ewlehiya herêmê bavêjin.

Eroganê bavê terorê idia kir û got:

“Em dikarin bi hevbeşî şerê rêxistinên terorîst ku gefê li welatên me dixwin, bikin, em dixwazin Tirkiye û Fransa bi hev re bi vê yekê rabin.”

Lê bi salan e têkiliyên herdu serokan astengdar in, ji lew re Parîs bi haydarî li van daxuyaniyên Erdogan dinêre.

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian da xuyakirin ku Tirkiye dest ji çixandina Fransa û YE berdaye û heta Enqere gavine berbiçav neavêje, wê tikiliyên wan lawaz bimînin.

Enqere: Dibe ku em bi Misirê re dest bi danûstandinan bikin

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavîşoglu ragihand, dibe ku Tirkiye û Misir derbarê xêzkirina sînorên deryayî li rojhilatê Deryaya Spî danûstandinan bikin.

Çavîşoglu got: ”Misirê di planên xwe yên pişkinînê de, rêz li sînorên me yên deryayî girt û em vê yekê erênî dinirxînin.”

Lê li gorî çavkaniyan, Qahîra li ser beşdariya Qibris û Yûnanistanê di danûstandinan de rijd e.

Back to top button