“Divê rêveberiya Biden bi derewên Erdogan neyê xapandin”

Tirkiyeya dagirker tevî bangên navneteweyî, binpêkirina mafên mirovan bi girtin û fişaran didomîne.
Peymangeha Parastina Demokratîkê ya Amerîkî di vê derbarê de bang li rêveberiya Joe Biden kir ku bi derewên Erdogan ên parastin û başkirina mafên mirovan neyê xapandin. 

“Peymangeha Parastina Demokratîkê” ya Amerîkî bang li rêveberiya Joe Biden kir ku bi sozên Erdogan ên parastina mafên mirovan neyê xapandin.

Tirkiyeya binpêker ku kirasê demokratîkê li xwe kiriye û li binê zindanên wê, bi sedhezaran sivîl bêsûc girtî ne, li seranserî welêt, bi girtin, binçavkirin û bikaranîna her cure rêbazên zordariyê, bêdengkirina azadîxwazan tevî bangên navneteweyî, didomîne.

1 vê mehê, 170 parlamenterên Kongressê bi daxwaznameyekê bang li rêveberiya Joe Biden kiribû ku rê li ber binpêkirinên Tirkiyê yên mafên mirovan bigire.

Her 170 parlamenteran diyar kiribû ku Erdogan û AKP’ê, dozgeriya Tirkiyê lawaz kiriye, hevalbendên xwe li desthilatên leşkerî û istixbaratî bi cih kirine.

Piştî nameya Kongressê bi rojekê, Erdogan mîna her carê, soz da ku 393 destpêşxeriyên çaksazkariyane ji bo mafên mirovan pêk bîne.

“Peymangeha Parastina Demokratîkê” ya Amerîkî di vê çarçoveyê de bang li rêveberiya Joe Biden kir ku bi sozên Erdogan ên başkirina rewşa mafên mirovan li Tirkiyê, neyê xapandin, li aliyekî sozan dide, li aliyê din jî binpêkirinan didomîne.

Jixwe herî dawî, parêzbendiya parlemenî ji ser 21 parlementeran rakir.

Meha borî jî, 54 endamên Senatoya Amerîkî bang li Biden kiribû ku Erdogan ji ber binpêkirinên mafên mirovan, rawestîne.

Bangên Amerîkî yên rawestandina binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê, helwesta Kongressê ya ku piştgiriya girtina rêkarine tundtir dijî hikûmeta Erdogan dike, nîşan dide.

Nameyên Encumena Parlamenter û Senatoyê, piştî destpêşxeriyên berê yên sizakirina Erdogan, tên.

Li gorî “Peymangeha Parastina Demokratîkê”, Erdogan niha bi sawekê re rû bi rû bûye û fişarên rêveberiya Biden li ser wî, guhartineke erênî ye.

Back to top button