Lahor Şêx Cengî: Ji bo Mesrûr dibêjim te bi temamî bawerî û rêzdariya xwe ji dest da

Piştî ku PDK’ê destwerdan li dosyaya êrîşkariya li ser Xalib Mihemed kir, Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî peyamek tund da Mesrûr Barzanî.

Berî hefteyekê parlamenterê Iraqî Xalib Mihemed rastî lêdana bi kêr hat li Silêmaniyê.

Lahor Şêx Cengî diyar kir ku PDK destwerdan li karê dadgehê kiriye û xwest êrîşkaran azad bike û dosyayê berovajî bike.

Lahor Şêx Cengî têkildarî vê yekê ji bo Mesrûr Barzanî got: “Te bi temamî bawerî û rêzdariya xwe ji dest da.”

Piştî vê daxuyaniya Şêx Cengî, Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil jî wiha bersiv da:

“Pêwîst e dadgeh bi awayekî dadperwerane biryaran bide û ti kesê jî paşguh neke.”

Piştî ragihandina YNK’ê ragihand ku sê kesên dezgeha Parastinê ya bi ser PDK’ê ve, Celal Sedîq, Seîd Delak û Arî Arif Ehmed ên ji ber sûcê êrîşkariya li ser Dr.Xalib Mihemed hatine binçavkirin û şûn de, çapemeniya PDK’ê bi xwe ragihand, ew her 3 kes ji ber zextên PDK’ê îro hatine berdan.

Back to top button