Koçberên li kampan gelek zehmetiyên jiyanî dibînin

Beriya demekê me ji vir ji we re ragihand ku Meclisa Ewlekariya Navdewletî vekirina deriyê Bab El-Hewa heya 6 mehan erê kir. Lê mixabin, ev derî di bin destê çeteyên dewleta Tirk de ye. Lewma ti sûd li koçberên li Sûriyê nekir. Niha jî rewşa jiyanî yên koçberên kampa Girê Spî gelekî xerabe.

Ew ne tenê êşa dûrketina ji cih û warên xwe dikşînin, lê ew rûbirûyê nebûne pediviyên sereke yên jiyanê ne.

Ji bilî germê û sermê, xwarin û derman jî li gor pêwistiya wan nayê pêşkêşkirin.

Rêxistinên ku çavdêriya destekê dikin, alîkariyan kêm didin.

Koçberên Girê Spî: Alîkariya ku tê dayîn têra me nake

Rêxistinên ku di nava kampê de kar dikin, meşandina karê xwe bi deriyên mirovî ve girê didin.

Helbet girtina deriyên sînorî mîna deriyê Til Koçber yê navdewletî ku di navbera Sûriyê û Îraqê de ye, bandorê li vê yekê dike.

Koçber jî, bikaranîna dosyaya deriyan di siyasetê de ne razîn in û şermezar dikin.

Koçberên Girê Spî: Têkiliya me bi siysetê tune ye, pêwîste derî werin vekirin

Ev tenê çîroka du malbatan e, lê divê kampê de 6 hezar û 500 keçber hene.

Rêveberiya kampê hewl dide pêdiviyên pêwîst ên koçberên kampê mîna av û nan peyda bike.

Herî dawî 9 Çileya 2019 Meclisa Ewlekariya Navdewletî civîna xwe ya 6 mehan li dar xist.

Vekirina Deriyê Bab El-Hewa tu sûd li koçberên li Sûriyê nekir

Di vê civînê de vekirina deriyê Bab El-Hewa yê ku di bin destê çeteyên deweleta Tirkiyê de ye hate erêkirin

Lê mijara deriyê Til Koçber yên ku ji bo dehhezaran mirovan pira jiyanê ye ti kesî deng ji xwe nanî.

Ji vê jî, tê fêmkirin ku hêzên navneteweyî rewşên siyasî di ser rewşên mirovî de digirin û li gor qanûnên xwe tevnagere.

Back to top button