Dewlet Tirk erebeyek li Tirbespiyê bombebaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Balafireke bê mirov ya dewleta Tirk li ser rêya gundê Hasûda wesayîtek bombeberan kirin. Di encama bombebaranê de kesek şehîd bû du kes birîndar bûn. Yek ji wan kesên birîndar bûye hunermend Ferhad Merdê ye. Her wiha îro dîsa gundên Eyn Îsayê jî hatin topbarankirin.

Êrişên hovane ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber dewam dikin.

Îro dewleta Tirk bi balafireke bêmirov di seatên nîvro de erebeyeke hunermendan ku wê beşdarî cejna Ekîto bibûna, li ser rêya gundê Hasûda yê girêdayî navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

Hate ragihandin ku sê kes di erebeyê de hebûn. Yek ji kesên birîndar bûye hunermend Ferhad Merdê ye.

Di êrişê de kesek şehîd bû û hunermed Ferhad Merdê û kesekî din birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê êrişê de daxuyaniyek parve kir û wiha got:

“Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li gundê Hasûde kir hedef. Di erebeyê de 3 kes hebûn, 2 ji wan birîndar bûn û yek jî şehîd bû.”

Hêzên Ewlekariyê êrişên dewleta Tirk şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û cîhanê kir ku rê li pêşiya van êrişên dewleta Tirk bigirin.”.

Dagirkeran gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê jî dewam dikin.

Dagirkeran îro careke din gundê Melek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.

Li aliyekî din jî hemwextî êrişan balafirên keşfê yên dewleta Tirk di seatên piştî nîvro de li ser Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.

 

Back to top button