Dîwana Edaletê ya YE: Divê daxuyaniyên Ocalan di ber çavan re werin girtin

Ji bo PKK ji lîsteya terorê wer derxistin duh li Dîwana Edaletê ya Ewropayê danaşîna dozê pêk hat. 

Duh li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, rûniştina doza ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ pêk hat.

Ev doz 8 sal in dewam dike.

Di rûniştinê de Dadwerên Dîwana Edaletê ya Ewropayê, pirsa çima Konseya Ewropayê dema PKK’ê dixe lîsteyê şert û mercên guherînê li ber çavan nagire û bi taybetî jî bangên çareseriyê yên Rêber Apo bi bîr xistin.

Piştî nîqaşan di vî alî de dadgehê rûniştina dozê bi dawî kir.

Hat ragihandin wê dîroka biryarê piştre ji aliyan re bê ragihandin.

Back to top button