Komîteya Azadî ji Ocalan re: Tecrîd wê ti carî neyê qebûlkirin

Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê û Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li herkesî pîrozkirin. Di peyaman de hate diyar kirin heya azadiya fizikî a Rêber Apo pêk were wê têkoşîn dewam bike.

Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê bi wesîleya rojbûna rêber Apo, peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Komîteyê destpêkê rojbûna Rêber Ocalan li pakrewanên azadiyê, gelê Kurd û hemû mirovahiyê pîroz kir û wiha got: “Rojbûna birêz Ocalan û têkoşîna azadîxwaz ya 50 salî, ji bo gelê Kurd bûye zayînek nû.

Di van 50 salên têkoşînê de, 23 sale Rêber Apo di girtîgehê de bi berxwedan û têkoşînek mezin dijî zêhniyeta qirker, rejîma faşîst ya Tirk û ji bo çareseriya demokratîk, doza rewa ya gelê Kurd û bidestxistina aştî û jiyanek hevbeş ya gelan, têdikoşe.”

Komîteyê destnîşan kir ku wê gelê Kurd tecrîdê ti carî qebûlnekin û got:

Heya azadiya fizikî a Rêber Apo pêk were wê têkoşîna me dewam bike.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî rojbûna Rêber Apo bi daxuyaniyekê li herkesî pîroz kir.

Kongra Gel: Rojbûna Rêber Apo, rojbûna Kurdên azad e

KONGRA GEL diyar kir di pêvajoyeke ku gelê Kurd di dorpêça komkûjiya dewletên dagirker de ber bi têkçûyînê ve diçû Rêber Apo ji dayik bû.

KONGRA GEL destnîşan kir ku Rêber Apo bi rêxistinkirina PKK’ê rojbûna xwe ya duyemîn pêk anî û wiha got:

“Bi têkoşîna PKK’ê, bi berxwedana ARGK û ERNK’ê li çar perçeyên Kurdistanê hêvî û baweriya gelê Kurd mezin bû.

Gelê Kurd li welat û derveyî welat li hemberî dagirkeran têkoşîna xwe bi pêş xist.

Dewletên komploger û hevkarên wan, di şexsiyeta Rêber Apo de, dijî destketiyên Kurdên azad komploya navdewletî kirin

Ji bo ku planên komplogeran bi ser nekeve, Rêber Apo bi pêşkêşkirina paradigmaya azadiyê rojbûna xwe ya sêyemîn jî pêk anî. ”

Herwiha KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de bal kişande ser amadekariyên êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û got “Pêwîste tevayî partî û saziyên Kurdistanê di vê mijarê de bêdeng nemînin.”

Dawî KONGRA GEL îşaret bi tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo kir û got:

“Li hemberî Rêber Apo pêwîste herkes berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Azadiya Rêber Apo, têkçûna faşîzmê ye, li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn azadî û demokrasiya gelan e.”

Back to top button