Rêziknameya dadrêsî ya Îsraîlê di tûra yekem de derbas bû

Li Îsraîlê rêziknameya dadrêsî ya nakokbar a hikumeta Netanyahu di dengdana yekem de ji Parlamentoyê derbas bû.
Lê ji bo ev biryar pêk bê, divê di 3 tûran de derbas bibe.

Li Îsraîlê hikûmeta Benjamin Netanyahu pêşnûmeya ku rayeyên dadrêsiyê sînordar dike dixwaze bixe meryetê.

Ev pêşnûmeya di tayînkirina dadweran de xwedî gotine bibe qanûn divê sê deng bên temamkirin.

Gera yekem a dengdana parlemanê li ser rêkxistina dadwerî ya nakokbar di bin siya xwenîşandanên rojekê de ji hêla bi deh hezaran xwenîşanderan li seranserê welêt pêk hat.

Di dengdana bi şev a Parlamentoya Îsraîlê de 63 parlamenteran dengê erê, 47 parlamenteran jî dengê dijber dan.

Pêşnûme beriya dengdana duyemîn wê dîsa li Lijneya Destûra Bingehîn, Hiqûq û Hiqûqê ya Meclîsê bê nîqaşkirin.

Raya giştî ya Îsraîl nîqaşê dike ku eger sê dengdan li Meclîsê bên temamkirin wê Dadgeha Bilind qanûnê betal bike yan na.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu ku wekî mîmarê qanûnê tê hesibandin, dengdan wekî “rojek mezin, şevek mezin” binav kir.

Di bersivê de, rêberê sereke yê opozîsyonê Yair Lapid got:

“Dîrok dê îşev we ji ber zirara we ya li demokrasî, aborî, ewlehî û bêhezkirina gelê Îsraîlî bi perçekirina wan dadbar bike.”

Baskê hikumetê îdia dikin ku ev rêziknameya bi nakok wê “serdestiya dadweriyê li ser îcrayê kêm bike”.

Dijberên wê diyar dikin ku ev pêşnûme wê “veqetandina hêzan di berjewendiya hukûmetê de biguhere”.

Rêziknameya dadwerî ya nakokî ya hikumeta Netanyahu

Wezîrê Dadê yê hikûmeta bi serokatiya Netanyahu, Yariv Levin, 5’ê Çile ragihandibû ku ew qanûnek plan dikin ku desthilata Dadgeha Bilind sînordar bike.

Bi vê yekê re jî bandora dadweriyê li ser hilbijartina dadweran kêm bike.

Dadgeha Bilind, ku li welêt wek rayeya dadwerî ya herî bilind tevdigere, xwedî wê hêzê ye ku qanûnên Meclîs derdixe betal bike.

Piştî ku pêşnûme hat eşkerekirin, her hefte bi deh hezaran Îsraîlî li seranserê welêt li dijî rêziknameya dadwerî ya hukûmeta Netanyahu dest bi xwepêşandanan kirin.

Back to top button