Şandeyek endamên Meclisa Nûneran a Amerîka li Taywanê ye

Li Taywanê serdanên şandeya Amerîka, Çînê bihêrs dike.
Şandeyeke ji 4 endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê serdana Taywanê kir.
Şandeya bi Seroka Taywanê Tsai Ing-wen re civiyayîn peyamên xurtkirina têkliyan dan.

Amerîka girava Taywanê bi tenê nahêle.

Şande li pey hev serdana giravê dikin.

Ji despêka salê ve şandeya duyemîn ya Amerîka serdana welat kir.

Şandeya Amerîka ya ji 4 endamên Meclisa Nûneran pêk tê, li gel Serokê Meclîsa Zagonsaz a Taywanê You Si-kun û xwediyê şirketa Çîp ya di cîhanê de yekem e Morris Chang re civiya.

Di şandeya Amerîkayê de, endamên Meclîsa Nûneran ên Demokrat Ro Khanna, Jake Auchincloss û Jonathan Jackson û Partiya Komarparêz Tony Gonzales pêk tê.

Endamên şandeyê, têkildarî armanca serdanê de got,

“Hewldana me ya li vir tu carî ne ji bo provokasyona Çînê ye.

Armanca me pêşxistina xebatên aştiyê ya di çarçoveya Serok Joe Biden de li Taywanê pêk tên.

Rêveberên Taywanê ji serdana şandeya Amerîka keyfxweşin

Rêberê Taywanê Tsai Ing-wen ji ber sedana endamên meclisê keyfxweşiya xwe anî ziman û got:

Ev şansek e ji bo kûrkirina hevkariya domdar di warên şêwirandin û çêkirina çîpan de.

Her wiha, enerjiya nûjenkirî û tora mobîl a 5G-a nifşê din de.

Her çiqasî Amerîka, Taywanê weke welatekî serbixwe nas nake jî lê têkliyên xwe yên taybet pêre xurtir dike.

Çîn ya Taywanê weke parçeyek xaka welat dibîne, li dijî tevgera Amerîka bihêrs dibe.

Herî dawî tevî hemû peyamên derxistina aloziyê jî Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi 2’ê Tebaxê serdana giravê kiribû û li gel rêveberên welat civiyabû.

Bi serdanê re, navbera Waşîngton û Pekînê alozî zêde bû.

Rêveberiya Çînê jî weke bersiv, dema tetbîqata xwe ya leşkerî ya li herêmê dirêj kir.

Back to top button