Ji kolanên bajarên Tirkiyê dengê “îstifa AKP” bilindbûn

Li Tirkiyê her ku Erdogan di axive, civak hejartir dibe.
Lîreyê Tirkî li pêşberî dolarê Amerîkî nirxê xwe yê herî daketî dît.
Ev yek jî bo sedema ku civak hîna hejartir bibe.
Êdî li dijî rejîma heyî, li nêzî dehan bajarî gel daketin qadan û banga “îstifaya AKP’ê” kirin.
Banga gel, partiyên siyasî ji xistin nava tevgerê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar got,
Li cihekî ku edalet, azadî û demokrasî nebe wê rewş kembax be.

Li Tirkiyê krîza aborî û hejarî welatî daxistin qadan.

Piştî rekora xwe ya duh îro dolar bi zêdebûna ji sedî 3’yê bi 13,20 lîreyê Tirkî dest bi rojê kir.

Euro jî li pêşberî LT gihişt 14,86’an.

Doh piştî lîteyê Tirkî li pêşberî dolarê Amerîkî asteke din ya daketinê dît, li bajaran bangên “Îstifa AKP” bilind bûn.

Bi dehan kes li paytexta Tirkiyê Enqere daketin qadan.

Li nava kolanan jî meşên protestoyê hatin lidarxistin.

Xwendekarên li zanîngeha ODTU yê jî li qadan bûn.

Di çalakiya protestoyî ya liber navenda Borsaya Stenbolê jî polîsan xwest astengiyan derxînin.

Girseya gel ya kombûyî jî bi domdarî sloganên Îstifa hikumet gotin.

Ev der jî Izmîre.

Li wir jî bidehan kesên daketin qadan daxwaza îstifaya AKP’ê kirin.

Piştî, Enqere, Stenbol û Izmîrê, li Kocaeliyê jî hêrsa gel a li dijî polîtîkayê hikumetê hebû.

Ji ber bênirxbûna lîreyê Tirkî welatiyan hikumet weke sedema sereke destnîşan kirin.

Di xwepêşandanên hatin lidarxistin de 7 kes hatin binçavkirin.

Her wiha li gelek bajarên din jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hêrsa civakê, partiyên siyasî ji xistin nava tevgerê.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna çapemeniyê de axivî û got:

Li welatekê ger Hiqûq, Edalet û demokrasî hatibe rakirin wê rewş bivî awayî be.

Divê em têkoşîna xwe ya nan, azadî, edalet û wekheviyê bi hevre bidin meşandin.

Serokê Partiya Gelecek û CHP’ê jî di daxuyaniyên çapemeniyê de ji rewşa heyî rejîma AKP û serok wê Erdogan berpirsyar nîşan dan.

Seroka IYI Partî Meral Akşener jî got,

Ger hêzek ji derve hatiban, belkî karîban vê bike.

Di nava parastina Erdogan de festîvalek nezanînê heye.

Êdî dawiya rejîmê hatiye û gel jî biryara xwe daye.

Di nava rojê de jî partiyên siyasî ji bo nirxandina rewşa dayî di nava danûstandinan de bûn.

Back to top button