Rûniştina Doza Kobanê li gîrtîgeha Sîncan a Enqerê di roja 8. de dewam kir

14’emîn rûniştina doza Kobanê ya ku 21 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li Girtîgeha Sîncanê a Enqerê di roja 8’emîn de dewam kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê ku beşdarî rûniştinê bû xwest hemû derdor li dijî vê neheqiya ku tê kirin derkevin. Siyasetmedarên ku tên darizandin jî diyar kirin ev dozeke siyasî ye û dixwazin HDP’ê derveyî qanûnî bikin.

14’emîn rûniştina doza Kobanê ya ku 21 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li Kampusa Girtîgeha Sîncanê di roja 8’emîn de dewam kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê ku beşdarî rûniştinê bû, beriya rûniştinê li ber kampusa girtîgehê daxuyanî da.

Sancar diyar kir ku biryarên bi armanca lezkirina dozê zêde bûne û mafê parastinê hatiye paşguhkirin û wiha got:

Mîthat Sancar: Divê hemû derdor bi hevre li dijî neheqiyê derkevin

“Di doza ku ji 3 hezar û 500 rûpelî û 324 klasoran pêk tê de parastineke rast nayê kirin. Li vir em bi mînakek nû ya serlêdana şahidê veşartî re rû bi rû ne.

Lê belê di doza Kobanê de pratîka şahidên veşartî bûye rêgez. Ne tenê azadiya hevalên me tê desteserkirin, roj, meh û salên wan tên dizîn, armanca sereke jî desteserkirina pêşeroja vî welatî ye.

Têkbirina têkoşîna demokrasiyê û hewldanek e ku hêviyên ji bo pêşerojê bifetisînin.”

Sancar anî ziman divê li hemû qadan li dijî neheqiyê dernekevin û wiha dewam kir;

“Ev doz tenê bi hedefgirtina HDP’ê re sînordar nîne. Ev doz ji bo desteserkirina pêşeroja welat e.

Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyên muxalîf, derdorên demokrasî û edaletê dixwazin dikin ku çavên xwe bidin ser vê dozê û bi hev re li dijî pêkanînên hiqûqa dijmin ên li vir derkevin.

Sebahat Tûncel: Têkiliyên birêz Ocalan bi civakê re tên qutkirin

Hevseroka berê a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel ku li dadgehê axivî bal kişande li ser pirsgirêka Kurd.

Sebahat diyar ki pirsgirêka Kurd li eywanên dadgehan nayê çareserkirin û wiha got;

“Ev doz doza veşartina rastiyê ye. Emê hesabê ji AKP’ê bixwazin. AKP’ê ev buyer derxistin û pêvajoya çareseriyê jî bi dawî kir.”

Sebahat Tûncel bal kişande li ser Tecrîda Giran a li ser Rêber Apo û eşekere kir têkiliyên Rêber Apo bi civakê re tên qutkirin û mafên wî yên herî bingehîn jî dikin mijara bazarê.”

Alp Altinors: Ev doz siyasî ye dixwazin HDP’ê derveyî qanûnî bikin

Endamê Desteya Navendî a HDP’ê Alp Altinors jî mafê axaftinê girt û diyar kir ev doza dozeke siyasîye û wiha got; “Dixwazin pir-rengiya HDP’ê li vê derê derveyî qanûnî bikin. Ez berî her tiştî HDP’ê weke fikrekî dinirxînim. HDP fikrekî azadiy ye.”

Back to top button