Hêzên Ewlehiya Hundirîn komek diz ku dizî dikirin li kampa Holê girt

Li Kampa Holê, çend rojên berê komeke alîgirên DAIŞ’ê alavên rêxisitnên ku li kampê dixebitin dizîn û wêran kirin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn li hundirê kampê ew koma diz girt û alavên hatibûn dizîn vegerandin.

Li Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê dihwîne, li kêleka bûyerên kuştinê, zarok û alîgirên DAIŞ’ê dizî û wêrankirina alavên rêxistinên ku di hundir kampê de dixebitin dikin.

Ev bûyer di demên dawî de gelekî zêde bibûn.

Bi taybetî piştî ku rêxistinên di hundirê kampê de gelek karmendên guman li ser wan heye têkiliyan wan bi DAIŞ’ê re hene ji kar sekinandin.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn di hundirê kampê de ev komên diz girtin û alavên hatibûn dizîn vegerandin.

Back to top button