Cebhet El-Ekrad bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li bajarokê Erîma yê Babê yê dagirkirî şehîd bû, eşkere kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad di daxiyaniyê de diyarkir ku dema şervanê wan Ehmed Mistefa Dawûd li bajarokê Erîma li ser erka xwe bû, 6’ê Tîrmehê şehîd bû.
Fermandariyê ji malbata şehîd re sersaxî xwest diyar kir ewê li ser riya şehîdan têkoşîna xwe bidoînin û armancên wan pêk bînin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
- Navê tevgerî: Ebû Fewaz
- Nav û paşnav: Ehmed Dawûd
- Navê bav: Mistefa
- Navê dayikê: Wetif
- Cih û dîroja jidayikbûnê: Idlib, 1999
- Cih û dîroka tevlêbûnê: Erîma, 2019



