AFD bang li meclisa federal kir: Êrişên Tirkiyê li dijî Bakur Iraq û Bakurê Sûrî şermezar bikin

Dewleta Tirk bi hêza ji NATO û hêzên Rojavayî digre, li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi tevgerên dagirkeriyê radibe.
Berevajî hukûmetan, partiyên muxalefetê yên li van welatan li dijî êrişan xwedî helwest in.
Partiya Ji bo Almanya Alternatîf-AFD bang li meclisa federal kir da ku êrişên Tirkiyê şermezar bike.
Her wiha xwest rayedarên Tirk ên ji êrişan berpirsiyar jî bêne cezakirin.

Li Almanyayê ji hêzên muxalefetê, Partiya ji bo Almanya Alternatîf a rastgir, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da.

Partiyê bi navê “Aştî û azadî biparêzin, dagirkeriya Tirk li dijî Bakurê Iraq û Sûrî şermerzar bikin” serî li Meclisa Federal da.

AFD bi bîr xist ku dewleta Tirk 18’ê Nîsana 2022’an li dijî Başûrê Kurdistanê tevgera dagirkeriyê destpêkir û got;

Tevgera dagirkeriyê ya Tirkiyê eşkere li dijî huqûqa navneteweyî ye.

Hukûmeta Iraqê, ti banga destwerdanê li Tirkiyê nekiriye.

Li gorî Xala 51’an a NY, ti êriş li dijî Tirkiyê pêk nehatine.

Ev ne cara pêşî ye ku Tirkiyê li Bakurê Iraqê êrişa dagirkeriyê li herêmên Kurdan pêk tîne.

AFD ragihand ku salên 2018 û 2019’an jî dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî tevgerên dagirkeriyê destpêkirin û wiha dewam kir:

Tevî ku Daîreya Xizmetên Zanîstî ya Meclisa Federal ev tevger weke binpêkirina huqûqa navneteweyî binav kir jî, serokê Tirk Erdogan dest bi gefên nû kirine.

Gelek caran êrişên dagirkeriya Tirk ketin rojeva Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî.

Lê ti helwest nehat nîşandan.

Partiya Rastgir diyar kir ku Tirkiyê bi serokatiya Erdogan li Rojhilata Navîn siyaseta belavbûn û berferhkirinê birêve dibe û got;

Li dijî êrişên dewleta Tirk, raya giştî ya Alman û ragihandina wê xwe li bêdengiyê danîne.

Ji bo bidawîkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, divê Meclisa Federal zextê li hukûmeta Olof Scholz bike.

Herî dawî partiya AFD di serlêdana xwe de ev herdû daxwaz anîn ziman:

Êrişên dij huqûqî yên Tirkiyê li dijî Bakurên Sûrî û Iraqê şermezar bikin.

Kesên ji van êrişan berpirsiyar, ji aliyê hevalbendên Yekîtiya Ewrûpayê ve bêne cezakirin.

Back to top button