NY’yê bang li Îranê kir ku zagona nû ya li dijî jinan betal bike

Rejîma Îranê li dijî jinan zagoneke nû ya cil û bergan derxist di vê zagonê de kesên gor zagonê tevnegere wê bê girtin
Berdevka Serkomîsera Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) Ravîna Shamdasanî, bertek nîşanê vê gava Îranê da û ji Îranê xwest ku vê zagonê betal bike.

Berdevka Serkomîseriya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) Ravîna Shamdasanî, bertek nîşanê pêşnûmaya nû da û got:

“Bi zêdekirina cezayê hepsê û birîna cezayê pereyan jin û zaroka mecbûrî cil û bergan nekin.

Ev biryar li dijî hiqûqa navnetewî ye û divê bê betalkirin.”

Shamdasanî diyar kir ku berê yên bi rê û rêzikên îslamî yên cil û bergan herî pir bi du mehan hatine cezakirin lê bi pêşnûmayê ku bibe zagon dibe ku ceza bibe deh sal jî.

Ravîna Shamdasanî da xuyakirin ku cezayê pere berê 11 dolar bû lê ji niha û pê ve dibe ku bibe 8 hezar û 500 dolar.

Parlamentoya Îranê roja Çarşemiyê pêşnûma erê kir lê ji bo bikeve meriyetê divê ji aliyê Konseya Parêzkarên Makezagonê ve bê erêkirin.

Back to top button