Amerîka ji bo piştevaniyê Hindistanê dikişîne aliyê xwe

Di serdana Serokwezîrê Hindistanê Modî de ev yek weke xala sereke derket pêş.
Modî di peyama xwe ya li gel Serokê Amerîka Biden dayî de got:
Têkliyên di navbera Hindistan û Amerîkayê de ji her demê xurtir e.

Amerîka di rewşek aloz de, dixweaze testê xwe yê li parzemîna Asya xurt bike.

Ji bo vê yekê jî Hindistan bi hêza xwe ya nukleerî û jimara wê ya zêde, tam li gorî daxwaza Waşîngtonê ye.

Di vê çarçoveyê de Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî re li Koşka Spî civiya.

Di naveroka serdanê de, bihêzkirina têkiliyên parstin, aborî û bazirganî yên dualî hebûn.

Piştî merasima pêşwaziya bi heybet ku li Koşka Spî hat lidarxistin, her du lîderan li Ofîsa Oval ya Koşka Spî civîneke din li dar xistin.

Biden û Modî ku piştî hevdîtinê daxuyanî dan çapemeniyê.

Biden: Ti wextî Hindistan û DYA ewqas nêzî hev nebûne

Serokê Amerîkayê Biden got;

Têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de geş dibin û hevkariya bi Hindistanê re ji her demî di dîrokê de bihêztir, nêzîktir û dînamîktir e.

Serokwezîrê Hindistanê Modî bal kişand ser pabendbûna xwe ya bi nirxên demokratîk re û wiha got:

“Demokrasî giyanê me ye, demokrasî di damarên me de diherike.

Em di demokrasiyê de dijîn û bav û kalên me vê têgînê bi gotinan tînin ziman.

Ev rewş ji çi çîn, mezheb, ol û zayendê dibe bila bibe.”

Aloziya navbera Çîn û Amerîka

Di civîna çapemeniyê de, Biden têkildarî gotnên ji bo Serokê Çînê Xi Jinping kirî paşde gav ne avêt.

Li ser gotina, Serokê Çînê Xi Jinping “dîktator” e, Wezareta Karê Derve ya Çînê jî bertek nîşanî vê yekê da û ev yek “provakasyoneke siyasî ya eşkere” bi nav kir.

Rêveberiya DYA’yê Hindistanê li dijî pêşbaziya cîhanî ya Çînê wekî amûrek stratejîk dibîne.

Ji ber vê sedemê DYA dixwaze têkiliyên xwe yên bi Hindistanê re xurt bike.

Di çarçoveya serdana Modî ya Amerîkayê de, tê plankirin ku di navbera her du welatan de li ser maden, pêşketina teknolojîk, asmanî, aborî, tenduristî, perwerde, têkoşîna li dijî guherîna avhewayê, ewlekariya xurek, parastin û hevkariya bazirganî peymanên berfireh bên îmzakirin.

Back to top button