Rêxistina Efûyê: Fas û Spanya li ser trajediyê digrin

Par di rojeke weke îro de, li sînorê Fas û Spanyayê, trajediya koçberiyê pêk hatibû.
Li Melilla ya ku parçeyek xaka Spanya ya li Afrîkaya ye, 23 koçber dema dixwestin sînor derbas bikin mirin.
Rêxistina Efû ya Naventewî jî got,
Rêveberiya Spanya û Fasê mijar baş lêkolîn nekiriye û li ser bûyerê hatiye girtin.

Fas û Spanya ji ber polîtîkayên li hember koçberan dayîn meşandin di hedefa Rêxistina Efû ya Navnetewî de ye.

Rêxistinê her du welat bi nixumandina mijarê sûcdar kir û diyar kir ku bûyerên di dema hewldana koçberiya girseyî ya ku par divê rojê de li ser sînorê Fas û Spanyayê pêk hat baş nehatine lêkolînkirin.

Rêxistinê diyar kir ku hewildanên rayedarên her du welatan ji bo vegerandina cenazeyên kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane bi ser neketin.

Rêxistinê daxuyakirin ku lîsteya berfireh ya dîmen û agahiyên derbarê kesên jiyana xwe ji dest dayîn de ne hatiye amadekirin.

Sekretera Giştî yê rêxistinê Agnes Callamard got,

“Piştî salek ji komkujiya Melîllayê, rayedarên Spanyayê û Fasê ne tenê berpirsiyariya xwe red dikin, di heman demê de xebatên wan ên ji bo dîtina rastiyê jî asteng dikin.”

Callamard bal kişand ser wê yekê ku divê ji Melîla ders were derxistin.

Li Melilla çi qewimî?

23’ê Hezîrana 2022’an, nêzîkî du hezar koçberên ku ji welatê Afrîkaya jêr Sahara Melîlla, axa Spanyayê ya li parzemîna Afrîkayê berê xwe dan Fasê û hewil dan sînor derbas bikin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku di bûyeran de 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û 76 kes jî winda ne.

Fasê ragihand ku 23 kes dema di nava qelebalixiya pêla koçberiyê de hewil didan dîwarê bitêl derbas bikin de mirine.

Spanyayê jî got, li waliyê wan tiştek wiha pêk ne hatiye.

Dozgerê giştî yê Spanya yê ku lêkolîna bûyerên li Melîlla dike, doz venekir û diyar kir ku haya rayedarên Spanyayê ji xeleka kujer tune ye.

Parlamenterên Spanyayê jî bangên ji bo lêpirsîna parlamentoyê red kiribûn.

Back to top button