”Ji bo pêşî li êrişan bê girtin divê em yekgirtî bin”

Pêşmergeyên Dêrîn û endamên Hizba Komunîst a Kurdistanê ya li Helebçeyê êrişên Tirkiyê şermezar kirin.

Cîgirê Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê Heme Reşîd Qeredaxî li ser êrişên Tirkiyê axivî.

Heme Reşîd Qeredaxî diyar kir ku dewleta Tirk rojane xaka Kurdistanê bombebaran dike û ev tişt anî ziman:

“Wek gelê Kurd, ji bo li hemberî bêbextiya ku li hemberî me tê kirin xwe bi parêzin, divê em yekgirtî bin.

Wek Pêşmergeyên Dêrîn em êrişên Tirkiyê şermezar dikin. Diviyabû hikûmeta Başûr jî ev êrişan qebûl nekiriba.

Endamê Hizba Komînîst a Kurdistanê Ebdula Ehmed derbarê heman mijarê de axivî û got:

”Heger berjewendiyên hizbî, taybet û malbatî bê berdan wê demê wê pêşî li êriş û dagirkeriyê bê girtin.”

Back to top button