Li Tebqa pêngava çandina daran

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji bo çandina 50 hezar darî lez daye xebatên xwe.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di 20’ê Adara borî de dest bi pêngava çandina daran kir.

Rêveberiyê destnîşan kir ku pêngav dê di dawiya sala 2023’yan de bi dawî bibe.

Tebqa-Zêdetirî 30 hezar şitil hatine çandin

Rêveberiya Jîngehê ya Tebqayê 50 hezar şitil amade kirin da ku li bajêr û gundên wê bên çandin.

Hevserokê rêveberiyê Cemal Ebduletîf diyar kir ku heta niha zêdetirî 3 hezar şitil hatine çandin.

Ebduletîf destnîşan kir ku pêngav dê heta dawiya 2023ʹyan didome û ev tişt anî ziman:

”Di dema pêş de dê pêngav berfireh bibe da ku armanca xwe ya çandina 50 hezar şitilî pêk bînin.”

Back to top button