Rewşa Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 48 rojin di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.

PDK bi şêwazê dewleta Tirk Dag û Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê binpêkirinên xirab li hemberê ciwanên kurd dike.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.

Çalakiya Dag û Er di roja 48’an de didome ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.

Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye:

“Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me.

Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’

Me bi mirinê re rû bi rû hiştine.

Tevî banga KNK’ê û raya giştî ya kurdî jî PDK ciwanên kurd terkî mirinê kiriye.

Back to top button