Rewşa Mazlûm Dag û Abdurhman Er her ku diçe xirabtir dibe

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 47 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat.

Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.

Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye:

“Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me.

Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’

Me bi mirinê re rû bi rû hiştine.

Însîyatîfa Hevgirtinê ya Li Dijî Darvekirinê diyar kir ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.

Çalakiya greve birçîbûnê ya Er û Dag di roja 46’an de ye

Back to top button