Êzidiyên ji komelgehên Guhbel û Zorava diyar kirin ku hawildanên qirkirina Êzdiyan bi bin ketin ji ber ku xwe li gor ramanê Rêber Apo parastin.
Civaka Êzidî bi nêzbûna salvegera fermana 2014’an destnîşan kirin ku piştî rizgarkirina Şengalê, tecrîda li ser Rêber Apo girantir bûye.
Ciwanê bi navê Elî Xêrî da zanîn ku dema êzdî bi tunekirinê re rû bi rû man bi fikrê Rêber Apo xwe parastin ji ber vê tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin.
ELî wiha domand : ” Bi felsefeya Rêber Apo me Şengal rizgar kir, piştî wê dewleta Tirk êrişî Şengalê kir. Zext û tecrîda li ser Rêber Apo ji vê rastiyê ne qute.”
Dilsoz Şengalî jî bibîrxist ku civaka Êzidî ji ber tecrîda li ser Rêber Apo dilgiran e û daxwaza şikandina tecrîdê dike .
Dilsoz got :”Dewlet şerê welatparêza dike,lê emê heya dawî Êzîdxanê û fikrê Rêber Apo biparêzin.”
Endamê Meclîsa Gel Nemir Pûko jî destnîşan kir ku em bi saya fikrê rêber Apo û xwîna gerîla ku li şengalê rijand îro azadin, emê heta dawî li dijî tecrîdê têbikoşin.



