Şandeyeke Fransa serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Hate ragihandin ku şande ji aliyê serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye erkdarkirin.
Di hevdîtinê de li ser gelek mijaran niqaş hatin kirin.

Şandeyeke ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li ser serdanê di malpera Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser de nûçeyek hate parvekirin.

Li gorî nûçeyê şande ji wezîrê berê yê perwerdeyê netewî Michel Blanquet, nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa pêk tê.

Şande ji aliyê hevseroka daîreya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Semer El Ebdullah û cîgirên hevserokatiya daîreyê Fener El Giêt û Robel Beho ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirk ên ser herêmê hatin niqaşkirin

Di hevdîtinê de, nûnerên Rêveberiya Xweser behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bandora van êrişan li ser têkoşîna li dijî DAIŞ û xebatên rêxistinên navneteweyî yên li kampan kirin.

Wezîrê berê yê perwerdeya netewî Michel Blanquet jî anî ziman ku armanca ji serdanê ew e ku Rêveberiya Xweser nas bike û nameya serokkomarê Fransayê ya piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wê re ragihîne.

Şandeya Fransa: Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî nayên qebûlkirin

Her wiha Michael Blanquet diyar kir hevkariya di navbera Fransa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam dike û got;

Êrişên li dijî we nayê qebûlkirin.

Ez ê li herêmê bigerim da ku ziyanên êrişên dawiyê bibînim. Ez vegerim Fransayê em ê çawaniya pêşkêşkirina alîkariyan bi awayekî xurt nîqaş bikin.”

Şandeyê di dawiyê de serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê kir.

Back to top button