Şaredariya gel a navçeya Şêranê ya girêdayî Kobanê di nav pirojeyên sala 2023 an de, dest bi çêkirina resîfên di nava riyan de kir.
Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziyê, kar û xebatên şaredariya herêmê ranewestiya.
Şaredariya Gel a navçeya Şêranê ya Kobanê di nava projeyên xwe de, dest bi projeya çêkirina resîfên di nava riyan de kir.
Ev proje derdora hezar û 500 m bi awayekî çar alî were çêkirin.
Xebatê projeyê 29 Cotmehê dest pê kir û heta 20 rojên din wê bi dawî bibe.
Hevserokê şaredariya gel ya navçeya Şêranê Şahîn Şahîn li ser projeyê axivî û got:
“Emê ji bo gel herdem di nav xebat û xizmetê de bin û ji bo sala nû projeyên nû pêşkêş bikin.”