Îro dîsa topbaran li dijî herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve hebû. Vê carê jî gundên navçeya Şera bûn hedef.
Beriya saetekê artêşa Tirk gundên Malkiyê û Şewarxa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.
Derbarê encamên topbaranê ti agahî nehatin bidestxistin.
Doh jî artêşa dewleta Tirk rêya M4, kampa Eyn Îsa û 4 gundên wê da ber topan.