Çeteyên dewleta Tirk du welatiyên din li Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî dewam dike.
Çeteyan du welatiyên din revandin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand ku ku çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Cemîl Cafer ê 33 salî revandin.

Cemîl Cafer ji gundê Mamela yê navçeya Racoyê ye.

Li aliyekî din jî çeteyên ku navê Polîsên Sivîl li xwe dikin bi behaneya ku Haşim Xezal berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikir revandin.

Haşim Xezal 40 salî ye û ji gundê Bablêt a Cindirêsê ye.

Hat diyar kirin ku çeteyan her du welatî Cafer û Xezal ber bi cihekî ne diyar ve birin û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Li Efrînê welatiyek din hat revandin

Back to top button