Efxanistan..Di teqîna li paytext Kabulê de bêtirî 19 kes mirin

Di nava 20 salên derbasbûyî de çekdarên Talîbanê bi êriş û teqînan her li Efxanistanê weke metirsiya herî mezin dihatin dîtin.
Ji 15’ê Tebaxê ve tevgera Talîban welat xist kontrola xwe.

Lê dîsan li welat aramî pêk nehat.
Îro careke din li paytext Kabulê êriş û teqîn pêk hatin.
Di encamê de, bêtirî 19 kes mirin û 50 jî birîndar bûn.
Heta niha ev êriş ji aliyê kêve pêk hatine nayê zanîn.

Li navenda paytexta Efxanistan Kabulê careke din dengê teqîn û guleyan hebû.

Li gorî agahiyên despêkê di encama teqîna li nêzî nexweşxaneyeke leşkerî pêk hat de, 19 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Ji berdevkên Talîban ya ku welat kontrol dike Bîlal Kerîmî ji ajansa Almanya DPA re piştrast kir ku li paytextê êrişek pêk hatiye.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî jî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de diyar kir ku yekîneyên taybet li herêmê hatine bicihkirin û lêkolîn dewam dikin.

Di hin dîmenên ku di dema bûyerê da hatin kişandin û li herêmê li ser medyaya civakî hatin parvekirin de li ser paytextê dûman bilind dibe.

Rojnamegerên herêmî ragihandin ku piştî teqînê dengê çekan hatiye.

Heta niha ti kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.

Talîbanê 15’ê Tebaxê li Efxanistanê desthilatdarî xist destê xwe.

Artêş û hêzên polîs hatin belav kirin û nûnerên hikûmetê reviyan derve.

Ji aliyê din ve Talîbana Îslamî jî ragihand ku wan piştî desteserkirina welat demeke kin hikûmet ava kiriye.

Lê bi desthilatdariya Talîbanê re pirsgirêka ewlehiyê li welêt zêde bû.

Çeteyên DAIŞ’ê dinava demên dawiyê de, berpirsîyarîya du êrîşên mizgeftan ku bi dehan kes têde hatin kuştin, girt ser xwe.

Back to top button