Li Îranê li 201 hemwelatiyên Kurd 715 sal ceza hat birîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Hingaw diyar kir ku piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ Kurdan dikin hedef û ragihand ku li 201 hemwelatiyên Kurd 715 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Aktîvîsta Kuîr a Îranî da zanîn ku serhildan bû çavkaniya îlhamê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hingaw der barê hemwelatiyên Kurd ên ku beşdarî Serhildanên li Îran û Rojhilat bûn û hatin girtin de raporek weşand.

Rêxistinê da zanîn ku bi sedan Kurd bi hinceta ku beşdarî serhildanê bûne hatine girtin û ji wan nasnameyên 201’ê hatine tesbîtkirin û hate gotin:

Di vê çaroveyê de cezayê davekirinê dane hemwelatiyên Kurd, 201 kesên ku cezayê wan hatiye înfazkirin bi giştî 715 sal 6 meh û 17 roj cezayê girtîgehê

21 sal û 6 meh cezayê taloqkirina girtîgehê hatibû dayîn.

2 hezar qamîş û gelek cezayê qamîşê li wan hat birîn, cezayê pere û qutkirina ji civakê hat dayîn.

Li gorî raporê ji 201 kesên hatin girtin 196 wan ciwan û zarok in.

Di raporê de hat diyarkirin ku di heman demê de herî kêm 23 jinên çalakvanên Kurdên ku di berxwedanê de cih girtin hatin girtin.

Ji 100’an zêdetir xwendekarên Kurd jî ji aliyê tîmên ewlehiyê ve hatin girtn û ji bo gelekan dewamkirina perwerdeyê hat qedexekirin.

Bahare Hedayat a di greva birçîbûnê de bû dîsa şandin girtîgehê

Çalakvan Bahare Hedayat ku ji 3’ê Cotmeha 2022’an ve li Girtîgeha Êvîn a Îranê girtî ye, di roja 13’emîn a greva birçîbûnê de nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê.

Parêzera Bahareh; Zahra Minueyî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ragihand ku muwekîla wê dîsa şandin girtîgehê.

Bahare Hedayat ji bo piştgirî bide serhildanê, dest bi greva birçibûnê kiribû.

“Serhildanên li Îran û Rojhilat bû çavkaniya îlhamê”

Her wiha Aktîvîsta Kuîr a Îranî ku ji ber ewlehiyê navê xwe parve nekir sedema serhildana hatiye jiyîn û hêza yekbûyî ya nasnameyan vegot.

Li Îran û Rojhilat bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşînek mezin a li dijî komara îslamî hat destpêkirin.

Ev berxwedana li dijî serîgirtinê û pirsgirêkên pergalê derket holê, hemû komên etnik û nasname anîn gel hev.

Aktîvîsta Îranê da zanîn ku li Îranê têkoşîna jinan xwe digihîne paşerojek bi kok û wiha anî ziman:

Jin niha ji bo pêşerojek baş di berxwedanê de bi biryar in.

Back to top button