Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 8 mehan de 271 jin hatine kuştin

271 jin ji destpêka salê heta dawiya meha Tebaxê li Tirkiye hatine kuştin. Tenê meha borî hêjmara jinên hatibûn kuştin gihêştibû 44 jinan. Ev sûc ji ber piştgirî û pêşî negirtina desthilata Tirk zêde dibin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tenê di meha Tebaxê de 44 jin hatine kuştin.

Amarên dawî li ser rewşa tundî û kuştina jinan li Tirkiyê tabloyek gelek xeternak derxistiye holê.

Federasyona Komeleyên Jinan ya li Tirkiye (TKDF) bi raporekê encamên lêkolînên xwe yên ji destpêka salê ve eşkere kir.

Li gora raporê, ji destpêka salê heta dawiya meha Tebaxê 271 jin hatine kuştin.

Ji jinên hatin kuştin 108 ji wan zewicîbûn, 67 ji wan bi tena serê xwe jiyan dikirin.

Tenê di meha Tebaxê de 44 jin hatin kuştin.

15 buyerên kuştinê jî weke “mirina bi guman” hatiye tomar kirin.

Ev sûc bi piştgirî û pêşî negirtina hikûmeta Tirk rû dide.

“Divê mekanîzmayên ku dikarin tundiyê rawestînin hê çalak bixebitin”

Parlementera Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz polîtîkayên qirkirinê yên li dijî jinan tên kirin nirxand.

Sumeyye Boz anî ziman ku bi bandora polîtîkayên şerê taybet jiyana jinan hê bêtir di bin xeteriyê de ye û ev tişt got:

Polîtîkayên ku li vir tên meşandin li seranserî Kurdistanê tên meşandin.

Yek ji mijara sereke ya ku em herî zêde balê dikşînin jî ev e.

Li gel mirinên bi guman jinên ku bi tundiyê re rû bi rû tên hiştin hene.

Navendên pêşî lê girtina tundiyê nikarin erkê xwe pêk bînin.

Sumeye da zanîn ku ji bo rawestandina tundiyê divê demokrasiyek ji bingehê û piştevanî bê avakirin û wiha dawî lê anî

Mekanîzmayên ku dikarin tundiyê rawestînin divê hê çalak bixebitin.

Divê beyanên jinan esas bê girtin, lêpirsînên der barê mirinên ku zêde dibin hê bi hûrgûlî bên lêkolînkirin.

Back to top button