Li Minbicê 4 kesên ku pereyên sexte belav dikirin, hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan, duh 4 kesên ku pereyên sexte li Minbicê belav dikirin, girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Piştî wergirtina agahiyên ku pereyên sexte li sûkên bajar hene, hêzên me yên pispor ketin tevgerê û bi 4 kesan bi guman bû.

Piştî şopandina liv û tevgera wan kesan, kemînek ji wan re hate danîn û di encama wê kemînê de hatin girtin.

Li gel wan kesan 4 hezar û 400 dolarên amerîkî yên sexte hatin dîtin.

Di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku wan hîle li xwediyên dikanan kirine.

Ew kes radestî dadgehê hatin kirin ku li gorî qanûnê werin cezakirin.

Back to top button