Îro ji Tacakistanê Şandeyekê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şande ji aliyê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer, cîgirên wî Ebîr Îlya û Fener El-Giêt ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de dosyayên girêdayê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dawî yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê û kampa Holê û her wiha hewldanên jinûve zindîkirina DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin.
Ebdulkerîm Omer diyar kir ku pêwîst e gavên cidî derbarê dosyayên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan de werin avêtin û xebateke navneteweweyî ya hevpar di vî warê de were meşandin.
Balyozê dewleta Tacîkistanê li Kuweytê Zabidullah Zabidov jî got:
“Pêwîst e civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî dosyaya terorê bi cih bîne û her dewleke berpirsê welatiyên xwe yên li herêmê ne.”
Zabidov da zanîn ku rewşa girtîgeh û kampan cidî û xeter e, divê bi baldarî li hemberî wan were tevgerkirin.



