Çeteyan yek ji wan jin du kes ji Efrîna dagirkirî revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û bi taybetî li Efrînê didome.
Çeteyên dewleta Tirk yek ji wan jin, du welatiyên din revandin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand çeteyên dewleta Tirk ên ku navê Polîsên Sivîl li xwe dikin welatiya bi navê Zozan Qeblan a ji gundê Şêxotka revandin.

Hat diyar kirin çeteyan Zozan birin yek ji navendên xwe û heya niha aqûbeta wê nayê zanîn.

Tora Çalakvanên Efrînê jî da zanîn çeteyên ku navê Ewlehiya Siyasî li xwe kirine welatiyê bi navê Şiyar Reşîd ê 37 salî revandin.

Hat ragihandin Şiyar Reşîd ji navçeya Şera ye û bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hate revandin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî

Back to top button