Dewleta Tirk sûcekî din yê li dijî pîvanên mirovî û Exlaqî kir.
Dewleta Tirk a Dagirker ku dijminê gelê kurd e bi her cure êrişan, kirinan pêk tîne.
Îro li navçeya Dêrikê malên welatiyan kirin hedefa êrişên xwe û bombebaran kirin.
Di êrişan de, şehîd û birîndar çêbûn ku ji wan zarok û jin jî hene.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên hovane li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê, rojane dewam dikin.
Bi riya balafirên şer û bê-mirov her cure êrşan pêk tîne. Di van êrişan de sivîl û binesaziyên gel tên hedef girtin.
Îro derdora saet 11’an li navçeya Dêrikê dewleta Tirk a dagirker êrişeke din pêk anî.
Êrişa ku bi balafireke bêmirov û biçek hate kirin, li taxa Azadî ya Dêrikê malek hate bombebaran kirin.
Ji fermandarên QSD’ê Şiblî Şiblî şehîd bû, 2 zarok û jinek birîndar bûn
Dagirkeriya Tirk di vê êrişê de mala Mihemed Ezîz Şiblî hedef girt.
Di êrişê de şêniyên malbatê kirin armanc û ji fermandarê QSD’ê Şiblî Şiblî şehîd û yek birîndar bûn.
Her weha 2 zarok ku yek bi navê Ehmed hemadê hemê 12 sal û jina bi navê Evîn Xelîl a 39 salî jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku rewşa birîndaran girane û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Qamişlo.
Meclisa malbatên şehîdan a navçeya Dêrikê derbarê êrişê de daxuyanî da.
Hêjayê bibîrxistinê ye malbata Şiblî malbateke welatparêze û li herêmê tê nasîn.
Dêrik-Dagirkeriya Tirk şîrketek çandiniyê bombebaran kir
Piştî vê êrişê dewleta Tirk ya dagirker, Şîrketa “Nemaa” ya Çandiniyê ya gundê Zexatê ku dikeve navbera Dêrikê û Beraavê jî bombebaran kir.
pêşkêşiya ciwana û dîmenên êrişê biherikînin….