Dewleta Tirkiyê ya dagirker careke din jin û zarok kir armanc.
Vê carê mala Mihemed Ezîz Şiblî şêniyê Dêrikê bombebaran kir.
Bombebaran vê seharê derdora saet 11’an de pêk hat.
Li gor agahiyên destpêkê bi dronên xwekuj ve ev êriş pêk hatiye.
Dewleta tirkiyê ya dagirker di vê êrişê de taybet şêniyên malbatê kir armanc.
Di êrişa li ser Dêrikê de zarokek û jinek birîndar bûn
Di encama êrişê de zarokek û jinek birîndar bûn.
Hate ragihandin zarok bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya Qamişlo.
Hêjayê bibîrxistinê ye malbata Şiblî malbateke welatparêze û li herêmê tê nasîn.



