Hêzên Asayîşê li Reqayê li dijî bazirganên narkotîkê operasyon pêk anîn.
Di encama operasyonê de 42 bazirgan û bikarhênerên Madeyên Narkotîk hatin girtin û hejmareke çek û cebilxane jî li ser wan hat desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundurîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê li dijî bazirganên narkotîkê operasyon pêk anîn.
Operasyon bi navê “Tolhildana Şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Narkotîkê” hat kirin.
Endamê Fermandariya Hêzên Asayîş Giştî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen derbarê operasyonê de daxuyanî da.
Elî Hesen: 42 Bazirgan û bikarhênerên narkotîkê hatin girtin
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Li ser bingeha erka xwe ya exlaqî a li hember şehîdên li Hemze Begê ku di encama êrişên dewleta Tirk dagirker de şehîd bûn me dest bi pêngava “Tolhildana Şehîdên Hêzên Dijî Madeyên Narkotîkê” kir.
Operasyona 27`ê Cotmehê li Reqayê li dijî cihên firoşkar, qaçaxçî û bikarhênerên Madeyên Narkotîkê hate kirin.
Di encamê de 42 kes hatin girtin û hejmareke mezin ji Madeyên Narkotîkê ên di destê wan de hat desteserkirin.”
Elî Hesen di dawiya daxuyaniya xwe de diyarkir ku ev gava yekemîn a tolhildana şehîdên êrişa Hemze Begê ye û wiha got:
“Wê pêngav ji bo ewlehî û aramiya civaka me berdewam bike.
Em rola gelê xwe a di şerê li dijî Madeyên Narkotîk de ku piştgiriyê didin hêzên me, hêja dibînin.
Hevkariya di navbera gel û hêzên me a ji bo mayîndekirina aramiya herêmê mijareke sereke ye.”