Pekîn dixwaze nakokiyên li gel Waşîngtonê kêm bike

Çîn dixwaze têkliyên xwe yên li gel Amerîkayê baş bike.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi berî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re got,
Pekîn wê bi rêya diyalogê ligel Waşingtonê têgihîştinê zêde bike û şaşfêmkirinê kêm bike.

Wang Yi beriya hevdîtina xwe ya li gel Blinken di axaftina xwe ya bû rojnamevanan de wiha got:

Ji bo başkirina têkliyên domdar, em di nava lêgerînê de ne.

Wang diyar kir ku bihêzbûna ne ji bilindbûna dengê bilind tê, lê belê ya girîng Çîn û DYA li gorî qanûnên navneteweyî û prensîbên bingehîn tevbigerin.

Blinken anî ziman ku ew li ser gotinên hempîşeyê xwe hemfikre û got,

Em li bendê ne nîqaşê di nava 2 rojên pêş de çêker be.

Tê payîn ku serdana Wang roja Şemiyê bi dawî bibe.

Têkiliyên di navbera Amerîka û Çînê de li ser gelek mijaran aloz bûne.

Piştevaniya Çînê ya bû Rûsya di şerê Ukraynayê de, gefên Pekînê yên li ser Taywanê û nakokiyên bazirganî yên domdar yek ji sedemên sereke yên nakokiyên navbera aliyan de ye.

Pekîn û Waşington di van demên dawî de hewil didin têkiliyên xwe bi serdanên dubare yên nûnerên her du hikûmetan baştir bikin.

Back to top button