Jinên DAIŞ’î yên di kampa Holê de, 4 konên penaberên Iraqê şewitandin.
Çavkaniyan ji hundirê kampa Holê diyar kirin ku jinên DAIŞ’î di beşê penaberên Iraqê de 4 kon şewitandin.
Ji ber şewatê tenê ziyanên madî çêbûn.
Hate ragihandin ku jinên DAIŞ’ê diruşmeyên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li ser dîwarê odeyeke biçûk a Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî nivisandin.
Tê zanîn ku jinên di kampa Holê de bi kiryarên xwe yên kuştin û tundî û şewitandinê yên domdar îdeolojiya xwe ya girêdayî DAIŞ’ê diyar dikin.