Hevdîtina YNK’ê û PDK’ê.. Wê lijneyek hevbeş ji bo nîqaşa li ser hilbijartinan ava bibe

PDK û YNK’ê biryar dan ji bo niqaşên li ser pêvajoya hilbijartinê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê lijneyek hevbeş ava bikin.

Şandeya YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî, şandeya PDK’ê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiyan.

Hevdîtin li navenda Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hat.

Piştî hevdîtinê YNK’ê û PDK’ê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civîna di navbera her du aliyan de, peywendiyên her du aliyan, rewşa niha ya Iraqê, Başûrê Kurdistanê, zemînê hevkariya hevbeş û karê bi hev re hate nîqaşkirin.

Hate gotin: “Me biryar da civînên me yên hevbeş ên polîtburoyê yên di navbera me de weke prensîbên karên bihevre berdewam bikin.

Her wiha lijneyek hevbeş ji bo nîqaşkirina li ser pêvajoya hijbijartina bê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê ava bikin.”

Back to top button