Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî meha Remezanê li tevahiya muslimanên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û yên cîhanê pîroz kir.
Fermandar Ebdî kir û hêvî kir ku ev meh ji bo şêniyên Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Idlibê û tevahiya Sûriyê bibe wesîleya aşîtî û aramiyê
Rêveberiya Xweser meha Remezanê li Civaka Îslam pîroz kir
Her wiha Buroya Karûbarên Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser jî meha remezanê li tevahî civaka îslam pîroz kir û wê jî hêvî kir ku ev meh bibe sedema dawîbûna Coronayê.
Kongra Civaka Îslamî ya Demokratîk meha Remezanê li Civaka Îslam pîroz kir
Di heman çarçoveyê de duh Kongra Civaka Îslamî ya Demokrat jî roja yekem a Remezanê destnîşan kir û li tevahî civaka îslamî pîroz kir û xwest ev meh bibe sedema aştî û aramiyê.



