Li Silêmaniyê di kesekê de vîrûs hat dîtin

Li bajarê Silêmaniyê kesekî din bi vîrûsê ket û Wezareta Navxweyî ya Başûrê Kurdistanê jî dema biryara nederketina derve heya 1’ê Gulanê dirêj kir. Lê ji îro û şûn de wê ajokarên teksiyan dest bi karê xwe bikin. Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî pêketina 46 kesên din ragihand.

Serê 5 rojan ti kes li Başûrê Kurdistanê bi Coronayê neket, lê duh Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku vîrûs li şêniyekî Silêmaniyê hat peydakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “ev kes beriya niha çûbû Brîtanyayê û niha li jêr çavdêriya tenduristî ye.

Li Başûrê Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê heta 1’ê Gulanê hat dirêjkirin

Tevî hejmara kesên bi Coronayê dikevin, li wir kêm dibe jî, lê Wezareta Navxweyî ya Başûrê Kurdistan nederketina derve heya 1’ê Gulanê dirêj kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Veguhestinê biryara berdewamkirina karê teksiyan da..

Li Iraqê 46 kesên nû bi vîrûsê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî têkildarî daneyên dawî yên nexweşiya vîrûsa Coronayê daxuyaniyek da û ragihandin ku di 24 saetên dawî de, 46 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine û 25 kes jî baş bûne.

Wezaretê diyar kir ku “li Iraqê heta niha hezar û 677 kes nexweş ketine û 83 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Bi giştî Îranê hijmara qurbaniya gihaşt 5481 kesî

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî hîna vîrûs nehatiye kontorlkirin û roj bi roj hijmara qurbanan zêdetir dibe.

Li gorî daneyên dawî heta niha 87 hezar bi Coronayê ketine û 5 hezar û 481 kes jî mirine.

Back to top button