5 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Nînewayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Iraqî li devera Nesir a parzêgeha Nînewayê 5 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Rêveberê Polîsa Nînewayê Lîs El-Hemdanî da xuyakirin ku yek ji çeteyan di beşê Hisbe de kar dikir, yek berê istixbarat bû û yên mayî jî girêdayî dîwana Cind û Leşkergehên Giştî ya DAIŞ’ê bûn.

Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşda Şebî îro dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê El-Fetih El-Mubîn kir.

Ev operasyon, bi armanca venêrandina veşartgehên şaneyên razayî yên DAIŞ û têkbirina wan, dest pê kiriye.

Li aliyekî din, Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ragihand ku karwanekî Koalîsyona Navneteweyî li gundê Reyaş ê parêzgeha Selahedînê rastî teqîna mayinekê hat.

Şaneyê diyar kir ku di encamê de, ajokarekî şirketa girîdayî Koalîsyonê birîndar bû û ziyan gihîşt erebeyekê.

Back to top button