Li Efrînê çeteyan ji destpêka Îlonê ve 29 sivîl revandine

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka meha Îlonê ve 29 sivîlên Kurd bi tawanên ne rast ji Efrînê revandine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê navê hin kesên revandî eşkere kir ku li gorî wê jî:

3’ê Îlonê

Kemal Yûsif

Kurê wî

Luqman Yûsif ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê hatin revandin.

10’ê Îlonê jî

Xedîca Ebû Ebdo Serî 32 salî

Cemîl Hemo ji gundê Cobana ye

Mihemed Bekir li Cindirêsê hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, revandina 7 şêniyan ji aliyê çeteyan, li navçeya Cindirêsê belge kir.

Back to top button