Hişmendiya dagirker, zilamperest her roj xwe di bûyerekî de dide dest.
Li Bakurê Kurdistanê Qeyûmê dagirker yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Daîreya Jinan a ku dema HDP’ê de hatibû avakirin seroka wî ya jin ji erk girt û dewsa wî zilamek erkdar kir.
Qeyûmê Mêrdînê dema şaredarî dagirkir Seroka Daîreya Xizmetên Jinan a HDP’yî Gulîzar Îpek ji erk girt û jineke binavê Mehtap Bîngul ku AKP’yî ye da ser daîreyê.
Derket holê ku Mehtap Bîngul a AKP’î dema hat ser kar, heta roja îro gelek dizî kiriye û di daîreyê de xizmên xwe û malbata xwe bi cih kiriye.
Daîreya Xizmeta Jinan vegûherandiye daîreya xizmeta malbata xwe.
Ji ber ku hişmendiya diz, talanker û dagirker di nav gel de belav bû û derket holê vê carê Qeyûm Mehtap Bîngul ji erk girt û dewsa wî zilamek da ser Daîreya Xizmeta Jinan.
Gulîzar Îpek derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ev yek hişmendiya AKP’ê nîşan dide û got:
“Qeyûm destpêkê vîna jin dikin armanc ev yek jî ispata wî ye”