Li gundekî ê Dêrazorê di navbera endamekî Erka Xweparastinê û hêzên hikûmetê pevçûn derket. QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyer pevçûneke ferdî ye û hêzên wan li ser mijarê lêkolînê dikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê buyera li Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Îro danê sibehê li gundê Hetla yê li rojhilatê Dêrazorê di navbera şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê û endamên hêzên hikmûeta Şamê pevçûnek ferdî rû da.
QSD: Şervanekî erka xweparastinê şehîd bû
QSD’ê eşkere kir ku di pevçûnê de şervanekî Erka Xweparastinê şehîd bû û endamekî hêzên aliyê din jî hat kuştin.
Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku hêzên wan li ser sedemên pevçûnê lêkolînê dikin û di demê pêş de, agahiyên zêdetir li ser bûyerê werin parve kirin.
Her wiha QSD’ê teqez kir ku rewşa li herêmê bi awayekî xwezayî mîna berê didome.