Talîbanê Amerîka li ser şêwazê vekişîna ji Efxansitanê hişyar kir

Tevgera Talîban li dijî Amerîkayê gefên êrîşên nû dixwe.
Talîban, Amerîka bi binpêkirina peymana Dohayê tewambar dike.
Himwextî vê li belafirgeha Qendehar ku bargeha leşkerên Amerîkî yên li Efxanistaniye ye, êrîş pêk hat.

1’ê Gulanê dîroka vekişandina tevahî leşkêrên Amerîkî ji Efxanistan bû, lê bi daxuyaniya Serokê DYA Joe Biden re ev dîrok ji bo 11 Îlonê hate paşxistin.

Lê bi awayekî fermî vekişîna hêzên NATO û DYA doh ji Efxanistanê destpê kir.

Li dijî vê yêkê Tevgera Talîban bertek nîşan da û gef li Amerîka xwar.

Talîbanê di daxuyaniya dayî de ragihand ku Amerîka peymana li paytexta Qeter Doha yê binpê kiriye.

Talîbanê bi awayekî eşkere gef xwar û got,

Ev yek wê rê li ber vekirina êrîşên li dijî Amerîkayê veke.

Wê rêveberên tevgerê li ser vê mijarê biryar bigire û li gorî vê tevbigere.

Amerîka û Tevgera Talîban 29’ê Sibata 2020’an li paytexta Qeter Dohayê li ser vekişîna tevahî hêzên biyanî ji Efxanistanê li hev kirbûn.

1’ê Gulana 2021’an jî weke dîroka dawî ya vekişîna tevahî hêzên biyanî ji Efxanistanê hatbû diyar kirin.

Duh koma destpêkê ku ji 60 leşkerên Amerîkî pêk dihat ji Efxanistanê vekişîn.

Li dijî baregeha Amerîka ya li Qendehar êrîş pêk hat

Hemwextî vekişîn û daxûyaniya Tevgera Talîban ya gefên li dijî Amerîka, li belafirgeha Qendehar a başûrê Efxanistanê ku bargeheke leşkerî a Amrîka lê ye, êrîşek bi çekên giran pêk hat.

Berdevkê hêzên DYA yên li Efganîstanê Sonny Leggett got:

Êrîş bi topan pêk hat û tiştek bi kesê ne hatiye.

Sonny Leggett diyar kir hêzên Amrîka bersiva êrîşan dane.

Heta niha ti aliyan êrîş li ser xwe negirtiye.

Meha derbasbûyî çekdarên Talîbanê li dijî Belafirgeha Qendehar êrîş pêkanîbû.

Back to top button