Artêşa niştimanî ya Lîbyayê: Paşaxa nûnertiya ixwanan dike

Bi gurbûna aloziya di nava hikumeta Wîfaqê de û dûrxistina wezîrê hindirîn, artêşa niştimanî ragihand ku Paşaxa, nûnertiya rêxistina Ixwanan dikir.
Fermandarekî Wîfaqê yê li Misrata, gefa “eger Paşaxa ji hikumetê were derxistin wê Wîfaq parçe bibe” xwar.

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê ragihand, ku wezîrê hindirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa ku ji kar hatiye dûrxistin, nûnetriya rêxistina Ixwanan a terorîst dike.

Artêşa Lîbî şeva borî bi daxuyaniyekê, nerazîbûna xwe ji tevlihevî û têkçûna ewlehiyê li rojavayî Lîbyayê anî ziman.

Artêşê teqezî li ser têkbirina terorê û bidawîkirina tevliheviya heyî kir.

Her wiha artêşa niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destwerdana milîsên çekdar û çeteyên Sûrî, ku li gorî berjewendiyên aliyên derve tev digerin û planên wan ên dagirkeriyê pêk tînin.

Fermandarekî leşkerî gefa parçekirina Wîfaqê dixwe

Girêdayî heman mijarê, fermandarê tugaya 166’an a Wîfaqê ya li Misratayê Mihemed El-Hesan, gefa parçebûna ji Wîfaqê xwar.

Hesan diyar kir ku eger wezîrê hindirîn Paşaxa ji hikumetê were dûrxistin, ev hikumet nema nûnertiya wî dike.

Îna borî hikumeta Wîfaqê, wezîrê xwe yê hindirîn Fethî Paşaxa ji erka wezîrtiyê dûr xist û biryara lêpirsîna bi wî re da û li şûna wî, wekîlê wezareta hindirîn Xalid El-Tîcanî bi awayekî demkî erkdar kir.

Li gorî gelek çavkaniyên Lîbî, ji ber ku Paşaxa plana darbeyeke leşkerî li dijî Serac dikir, ew ji kar hat dûrxistin.

Hemwextî vê aloziya di nava Wîfaqê de, bi sedan Lîbî li dijî gendelî û têkçûna rewşa jiyanî, li dijî Wîfaqê û serkê wê Fayiz Serac, her roj xwepêşandanan li dar dixin û heta niha gelek ji wan birîndar bûne û gelek jî hatine binçavkirin.

Back to top button