Li Tirbespiyê rûniştina yekemîn a doza destdirêjiya li dijî zarokekê li dar ket

Dadgeha Gel a Navçeya Tirbespiyê dest bi darizandina sûcdarê ku destdirêjî li dijî zarokeka 4 salî kiribû, kir.

Îro rûniştina yekem ya darazê bû, di rûniştina de gelek aliyên ku gilî li dijî sûcdar kirine, amade bûn, ji wan; Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star û Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di rûniştina ku li ragihandinê girtî bû li itîrafên tawanbar û hevjîna wî û aliyên gilîker hatin guhdarkirin.

Li gorî Buroya Ragihandinê ya Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê malbata zaroka ku destdirêjî lê hatibû kirin di 27’ê Sibata borî de doz li dijî kesê destdirêjî kiribû, vekir.

Rûniştina duyemîn a darizandinê dê di çend rojên pêş de were lidarxistin.

Back to top button